Bi berhemên xwe yên mîzahî, bi romanên xwe yên ji bo zarokan û bi helbestên xwe yên rexneyî ve navdar e.
Kurtejînenigariya Erich Kästner
Di 23’ê sibata 1899'an de li Dresdenê hatiye dinyayê. Dayîk wî Ida (Îda) kuafor bû û bavê wî Emil kurtançêker bû.
Di sala 1906'an de li Dresdenê li „4. Burgerschule“ dest bi dibistanê dike.
Di 1913'an de li dêra Dreikönigskirche tê tewafkirin.
Di 1913'an de dest bi xwendina pîşeya mamostetiyê dike.
Di 1917'an de ji ber êşa dil leşkeriyê nake.
Di 1919'an de lîseyê bi serkeftineke gelek baş ve, bi wergirtina bursa zêrîn ya bajarê Dresdenê ve diqedîne.
Di 1922'an de li Lepzigê di zanîngehê de beşên germanîstîk, dîrok û dîroka şanoyê dixwîne.
Di 1925'an de li Leipzigê doktoraya xwe dike. Li cem Neuen Leipziger Zeitung wekî redaktor kar dike.
Di 1926'an de koçî Berlînê dike û li wir wekî nivîskarekî serbest ji bo rojname û kovaran dinivîse.
Di 1933'an de ji hêla hikûmeta nazî ve qedexeya nivîsandinê werdigire; pirtûkên wî têne şewitandin û cara yekem tê girtin.
Di 1937'an de cara duyem tê girtin.
Di 1942'an de ji bo Almanya û welatên derveyî Almanya qedexeya nivîsandine werdigire.
Di 1944'an de xaniyê wî yê li Berlînê di êrişa bombeyekê de diherife.
Di 1946'an de piştî şerê cîhanê yê duyem, vedigere Dresdenê û dîsa dêbavê xwe dibîne.
Di 1951'an de li Munîhê ligel hevalên xwe kabareya „Die Kleine Freiheit“ ava dike.
Di 1957'an de kurê wî Thomas tê dinyayê û bavê wî li Dresdenê diçe ser dilovaniya xwe.
Di 29'ê tîrmeha 1974'an de Erich Kästner bi nexweşiya penceşêrê dimire.
Xelatên wergirtî
Xelata fîlmên federal ji bo pirtûka wî ya “Das doppelte Lottchen“ (1950)
Xelata wêjeyê ya Bajarê Munîhê (1956)
Xelata Georg-Büchner (1957)
Xelata „Groses Bundesverdienstkreuz“ (1959)
Xelata „Hans-Christiean-Anderson-Medaille“ (1960)
Xelata mîzahê ya di pêşbaziya rojnameya ciwanan ya li Bulgarîstanê (1966)
Xelata wêjeyê ya „Deutschen Freimauer“ (1968)
Xelata rûmetê ya çandê ya bajarê Munîhê (1970)
Xelata zêr ya rûmetê ya bajarê Munîhê (1974)
Berhemên wî
Herz auf Taille, (Dilê li ser tengavê) helbest, 1928
Emil und die Detektive, (Emîl û Dedektîvan) romana zarokan, 1929
Lärm im Spiegel, (Qelebalixiya di neynikê de) Helbest, 1929
Ein Mann gibt Auskunft, (Zilamek agahî dide) Helbest, 1930
Pünktchen und Anton, (Niqtekok û Anton) romana zarokan, 1931
Fabian (Fabîan) Roman, 1931
Gesang zwischen den Stühlen, 1932
Das fliegende Klassenzimmer, (Pola ku difire) romana zarokan, 1933
Drei Männer im Schnee, (Sê zilam li ser berfê) Roman, 1934
Emil und die drei Zwillinge, (Emîl û sê cêwî) romana zarokan, 1934
Doktor Erich Kästners Lyrische Hausapothekev, (Dermanxaneya malê ya helbestê ya Dr. Erîch Kaestner) Helbest, 1936
Der kleine Grenzverkehr, Roman, 1938
Die Konferenz der Tiere, (Konferansa ajalan/heywanan) romana zarokan, 1949
Das doppelte Lottchen, (Lottchena duqat) romana zarokan, 1949
Die 13 Monate, (Meha 13'an) 1955
Die Schule der Diktatoren, (Dibistana dîktatoran) komedî, 1957
Als ich ein kleiner Junge war, (Dema ez xortek biçûk bûm) Roman, 1957
Notabene 45, 1961
Der kleine Mann, (Zilamê biçûk) romana zarokan, 1963
Der kleine Mann und die kleine Miss, (Zilamê biçûk û şaşfêmkirina biçûk) romana zarokan, 1967