Share to:

 

Herêma Otonom a Tîbetê

Herêma Otonom a Tîbetê
བོད་ཡུལ། Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Herêma otonom Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • 西藏自治区 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
31°42′20″Bk 86°56′25″Rh / 31.70556°Bk 86.94028°Rh / 31.70556; 86.94028
DewletÇîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Paytext
ZimanZimanê tîbetî yê navendî, zimanê tîbetî yê amdoyî, zimanê tîbetî yê khamsî û zimanê tîbetî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1965 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Birêvebirin
 • Serokê rêveberiyêChe Dalha (2017–2021), Yan Jinhai (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
  • 1.228.400 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nifûs3.180.000 (2014), 3.648.100 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Saet
Malperwww.xizang.gov.cn/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Herêma Otonom a Tîbetê (bi tîbetî: བོད་རང་སྐྱོང་ལྗོངས།, Poi Ranggyong Jong, bi çînî: 西藏自治区, Xīzàng Zìzhìqū) herêmeke otonom a Komara Gel a Çînê ye ku piştî dagirkirina herêma Tîbetê ji aliyê Komara Gel a Çînê ve di sala 1965an de wek îdariyeke siyasî hatiye avakirin.

Herêma Otonom a Tîbetê ji niviya herêma çandî ya tîbetî pêk tê û di nava başûrê Tîbetê disekine. Paytexta wê bajarê Lhasa ye.

Erdnîgarî

Herêma Otonom a Tîbetê, çiyayên Hîmalaya, parêzgeh û welatên ber sînora wê

Beşeke mezin a çiyayên Hîmalayayê dikevin nava başûrê Tîbetê. Navinciya bilindahiya wê ji asta deryayê nêzî 4900m e, lewra jê re 'Banê Cîhanê' jî tê gotin ji ber ku ev herêm weke bilindtirîn herêma cîhanê tê qebûlkirin. Platoya bilind a Tîbetê bi gelemperî ji deştan pêk tê: cihê herî hişk rojavayê herêmê ye û weke 'çangtang' (deşta bakûr) tê binavkirin. Ev der ji deştên alpîn pêk tê. Sedema hişkayiya herêmê ji ber hebûna çiyayên Hîmalayayê pêk tê: Ewrên mûsonê wextê ku ji Hindistanê ve nêzik dibin, li başûrê çiyayên Hîmalayayê radiwestin. Bi vî rengî hemû baran li beşa başûr a çiyan dibare û bi tenê hewayên hişk derbasî bakûrê Tîbetê dibin, li cihê ku îqlima kontinental peyda ye.

Zincîre Çiyayên Hîmalayayê jî di Tîbetê de hilkevtiye.

Civak

Li gorî agahiyên fermî yên sala 2000an li Herêma Otonom a Tîbetê 2.616.329 mirov dijîn. Lê gava merib hemû komên tîbetî yên Cînê hildijêre, ev jimar digihêje 5 milyonan (li gorî sala 2005an). Li der û dorên Lhasayê nêzî 250.000 mirov dijîn, li Xingazê 120.000, li Qando 25.000 û li Nyingchi 16.000. Dîsa li gorî agahiyên fermî sedî 81% ên gelheya Tîbetê li gundan û 19% jî li bajarên Tîbetê dijîn. Pirraniya gelheya herêmê ji gelê tîbetî pêk tê. Ji bilî wan, gelên din ên etnîk jî li Tîbetê dijîn, weke ku li herêmên başûr-rojava û yên bakûr-rojava tîbetî dijîn.

Komên etnîk ên Tîbetê

Gelê etnîk Jimara gelhê Ji sedî (%)
Tîbetî 2.427.168 92,77 %
Çîniyên Han 158.570 6,06 %
Çîniyên Hui 9.031 0,35 %
Monba 8.481 0,32 %
Deng/Dengba, Sherpa û Thami
()
3.817 0,15 %
Lhoba 2.691 0,1 %
Naxi 1.223 0,05 %
Bai 722 0,03 %
Ûygûr 701 0,03 %
Mongol 690 0,03 %
Yên din 3.235 0,11 %
Quelle: Tabulation on nationalities of 2000 population census of China .[1]

Dîn

Rahîbên li Sêra

Dînê pirraniya gelê tîbetî dînê Bûda (bûdîzm) e. Li gorî agahiyên fermî yên çînî li Tîbetê 1700 wargehên dînî û nêzî 46.000 rahîbên bûdîst hene. Ji bilî vê yekê, li Tîbetê çar mizgeft ji bo 3000 misilmanên hui û dêreke katolîk ji bo 700 xiristiyanên katolîk heye.

Ziman

Bi saya peymana sala 2002an, zimanê tîbetî bû dûyemîn zimanê fermî yê herêmê. Ev tê vê wateyê ku zimanê tîbetî di dibistanên fermî de bi axaftin û nivîsandina xwe tê hînîkirin. Li gorî qanûnê divê hemû konferans û civînên girîng ên li Tîbetê - dadgeh pê re - karin yan bi zimanê tîbetî yan jî bi zimanê çînî ya han pêk bên. Fermo, rûnistvanekî tîbetî yê xwendî him tîbetî him jî çîniya han dizane.

Dîrok

Statuya Tîbetê

Hêjayî gotinê ye ku niha ev herêm ji aliyê dewletê Çînê ve hatiye dagîrkirin.

Çand

Aborî

Cotkarî

Cotkar bendavekê sererast dikin. Li piş wan rezên cehan xuya dikin

Bera herî pir li Tîbetê tê çandin cehê erdên bilind e. Li derên ku pirtir roj lê digihêjin genim, kartol, misir û famîleya baqilan jî têne çandin. Ji ber rojên dirêj ên havînê û lewra dirêjbûna dema gihînê, cotkarî û çandinî li vê bilindbûnê jî mimkun e, lê belê evya bi çend herêman bi sînor e: li dora Lhasa û Xigazê. Ber bi bakurê ve êdî tenê ajaxwedîkirin mimkun e û li rojavayê çol destpê dike. Cotkarî û bi taybetî çandinî di salên dawî de bi alîkariya makîneyên giran hate pêşxistin û berdariya wê gihîşte asteke meztir. Lê ajaldariya li ser çolên bilind ên bi berx û yakan hê jî girîngtir e.

Pişesazî

Pişesazî hê jî pir pêşneketiye, lê rastî alîkariya hikûmeta navendî ya çînî tê û lewra her ku diçe meztir dibe. Ji bilî berbesvaniyê/madenvaniyê navendên ji bo derxistina hesîn, zêr, lîtyûm, paxir, xwêya kevirî û boraks. Hêjayî gotinê ye ku çavaniyên herî mezin ên cîhanê yên lîtyûm û boraksê li Tîbetê ne. Branşeke din a girîng a aborî pişesaziya malzemeyên avahiyê/înşeatê ye.

Mijarên têkildar

Çavkanî

  1. ^ 2000年人口普查中国民族人口资料,民族出版社 / Tabulation on nationalities of 2000 population census of China (zusammengestellt vom Nationalen Statistikbüro und der Kommission für ethnische Angelegenheiten der VR China) 2003/9 (ISBN 7-105-05425-5)

Girêdanên derve

Index: pl ar de en es fr it arz nl ja pt ceb sv uk vi war zh ru af ast az bg zh-min-nan bn be ca cs cy da et el eo eu fa gl ko hi hr id he ka la lv lt hu mk ms min no nn ce uz kk ro simple sk sl sr sh fi ta tt th tg azb tr ur zh-yue hy my ace als am an hyw ban bjn map-bms ba be-tarask bcl bpy bar bs br cv nv eml hif fo fy ga gd gu hak ha hsb io ig ilo ia ie os is jv kn ht ku ckb ky mrj lb lij li lmo mai mg ml zh-classical mr xmf mzn cdo mn nap new ne frr oc mhr or as pa pnb ps pms nds crh qu sa sah sco sq scn si sd szl su sw tl shn te bug vec vo wa wuu yi yo diq bat-smg zu lad kbd ang smn ab roa-rup frp arc gn av ay bh bi bo bxr cbk-zam co za dag ary se pdc dv dsb myv ext fur gv gag inh ki glk gan guw xal haw rw kbp pam csb kw km kv koi kg gom ks gcr lo lbe ltg lez nia ln jbo lg mt mi tw mwl mdf mnw nqo fj nah na nds-nl nrm nov om pi pag pap pfl pcd krc kaa ksh rm rue sm sat sc trv stq nso sn cu so srn kab roa-tara tet tpi to chr tum tk tyv udm ug vep fiu-vro vls wo xh zea ty ak bm ch ny ee ff got iu ik kl mad cr pih ami pwn pnt dz rmy rn sg st tn ss ti din chy ts kcg ve 
Prefix: a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 
Kembali kehalaman sebelumnya