Komeleya Perwerdeya Demokratîk a Bilind a Enqereyê
Komeleya Perwerdeya Demokratîk a Bilind a Enqereyê komeleyek e ku ji aliyê serokê PKKê Abdullah Öcalan û komek ji xwendekarên marksîst 1975an de hatiye damezirandin[1]. Derbarê wêKomele, ev komele di 1975an de Abdullah Öcalan û endamên niha di Komeleya Civaka Kurdistan (KCK) birêvebirin, Cemil Bayık, Duran Kalkan, Rıza Altun, Mustafa Karasu û hin kesên şehîd ketine Kemal Pir, Mazlum Doğan, Haki Karer, Hayri Durmuş hatiye damezirandin.[2] Xwendevanen Zanîngeha Enqereyê û gellek xwendevanen dibistanên bilind û zanengeha endamê wê komeleyê bûn. Piştî derbeya 12ê adarê di nava zanîngehan de avakirina rêxistina demokratîk a yekem bû. Sekreteriya wê giştî Öcalan dikir. Di komeleyê de nîqaşên politîk dihat meşandin û bi dû van nîqaşan de teza ku ''Kurdistan mêtingeh e'' derket holê û biser vê bingeha politîk xebatê avakirina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) destpêkir. Di wê serdemê de ew kom bınavê apocîya dıhat nasîn.[3][4] Dû re komele di dema dadgehên rewşên awarte de bi tawana "cudakariyê" hat girtin. Lê piştî nêzîkî 40 salan, hinekan hewl da ku di sala 2014an de dîsa vekin lê nekarî. Çavkanî
|