Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona RûsyayêOtonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê, OFNÇ (bi rûsî: Федеральная национально-культурная автономия курдов Российской Федерации, Federalnaya natsîonalno-kulturnaya avtonomiya kurdov Rossiyskoy federatsî) saziya civakî ya tevrûsyayî ye û kurdên li Rûsyayê hildigire nav xwe. Kongreya avaker a OFNÇyê di 28ê nîsana sala 2000î de li Moskowê pêk hat. Serokê îroyîn Ferhat Patiyev e. Armanc û hedefArmanc û hedefên Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê di rêziknameya saziyê de hatine diyarkirin. Armanc û hedef, ev in:
Xebata li herêmên RûsyayêOtonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê xebatên xwe li herêmên Yaroslavil, Moskowa, Îvanovo, Nîjniy Novgorod, Tambov, Saratov, Krasnodar, Stavropol û bajarê Moskowê, herwiha li Komara Adige dimeşîne. Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê xwedî dibistanên yekşem e, perwerdeyên çand, huner û ziman ji bo zarok û ciwanên kurd dide. Rojên dîrokî û cejnên netewî pîroz dike. Rojname diweşîne û xwedî malpera web e. Serokên Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona RûsyayêOtonomiya federal a neteweyî çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê ji hêla Serokê Konseyê ve tê rêvebirin. Serokê Konseyê di Kongreya wê ji bo du salan tê hilbijartin.
Çavkanî
|