Zaza
Zaza, dimilî, kirmanc yan jî kird, kurdên[1][2][3][4] ku bi kurdîya zazakî (kirdkî, kirmanckî, dimilî) dipeyivin û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê dijîn.[5][6][7][8][9] Deverên ku Zaza lê dijînZaza bi taybetî li van bajaran dijîn, lê di van demên dawî de gelek ji wan ji ber zordariya Kurdistan koçî bajarên bakurê Kurdistanê û Ewropayê bûne: NavKurdên ku bi kirmanckî diaxifin, li her herêmê, xwe bi eynî navî bi nav nakin; cuda-cuda navên etnîkî didin xwe û zimanê xwe: kirmanc, kird, dimilî û zaza. Lokasyona cografîkHerêmên ku kirmanc (zaza) tê de dijîn; Çewlig (Bingöl), Dêrsim (Tunceli), Erzingan (Erzincan), Erzirom (Erzurum), Barbut (Bayburt), Qers (Kars), Mûş, Xarpêt (Elazığ), Diyarbekir, Ruha (Urfa), Semsûr (Adıyaman), Bedlîs (Bitlis) û Sêrt (Siirt) e. Dîsa, li hinek bajarên Tirkîyê, wek Qeyserî (Kayseri), Nigde, Gümüşhane û Sêvazê (Sivas) ji mensûbên ve grûbê hene. Di van herêman de kirmanc tenê li Dêrsim û Çewligê piranî ne, li cîyên din ji kurmancan kêmtir in. Dîn û ayînKurdên ku lehça wan kirmanckî (zazakî) ye, ji alîyê dînî de du beş in: Misilmanên sunî û elewî. Meriv ku xeta Xarpêt û Mûşê esas bigire, başûrê wê xetê sunî, bakurê wê jî elewî ne. Yek îstîsna Bongilan (Solexan) a Çewlîgê ye. Qismek ji vê qezayê li bakûrê xetê ye û sunî ye. Mijarên têkildarÇavkanî
|