Şêx Memdûhê Birîfkanî
Şêx Memdûhê Birîfkî (jdb. 1911 Dihok -m. 1976) nivîskarekî kurd e.[1] Şêx Memdûh Birîfkî piştî ku xwendina xwe kuta kiriye, çûye bingeha xwe li Dihokê vegirtiye û li jiyanê domandiye, herweha li wir bûye serokê Beşa Yekîtiya Nivîskaran a li Dihokê jî. Ji berhemên wî, agahdariya me tenê bi dîwaneke wî heye Şêx Memdûhê Birîfkî di Yazdehên Nîsana 1976an de li Bexdadê dinya ruhn lê tarî bûye. Niha laşê wî yê paqij li Goristana Dihokê dimîne û gora wî devereke bi navûnîşan e. Şêx Memdûh pêşî li gundê Birîfkanê sê salan li cem Hacî Mela Ebdullahê Ertûşî ku dersdarê Tekyeya Birîfkanê bû xwîndiye. Piştre çûye gundê Spîndarê û li wir jî nêzî salekê li cem Mela Ehmedê kurê Mela Ebdulxaliq xwîndiye. Paştre çûye Hêşeta Mezin a li nêv Mizûriyan û li wir demekê maye, li Tekyaya Şêx Ebdurehman Ertûşî li nik dersdar Hacî Mela Ehmed xwendiye. Piştî demeke dirêj ku li wir maye, îcar çûye gundê Kemekayê û li cem dersdarê hêja Hacî Mela Îsa kurê Salihê Kemekî xwendiye. Li Kemekayê nêzî du salan digel pismamên xwe Şêx Celaledînê kurê Şêx Nûrî, Zeynelabidînê kurê Muhyedîn, Ebdulcebarê kurê Ebdulqehar û birayê xwe Ebdulhemîd xwendiye. Paştre Şêx Memdûh ji Kemekayê çûye Zaxoyê û li cem Seydayê zana Mele Ehmedê kurê Mela Evdilxaliq xwendiye, li wir domandiye heta ku xwendinnameya seydatiyê ji dersdarê hêja Mela Ehmed wergirtiye. Şêx Memdûhê Birîfkî helbestvanekî desthel, pir jîr û zîrek bûye. Çewa ku di helbestên wî de jî diyar dibe, di vehandin û lihevanîn, kêş, nikl û darêjtinê de li ser cûreyên klasîkî yên kurdî çûye. Xasma ew di vehandin û kêş û sengandinên Melayê Cizîrî û yên Feqiyê Teyran de gelekî têgihaştî û zana bûye. Bi taybetî jî ew heyran û rêzevanê Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî bûye. Herweha li ser rêça wan çûye, di babet û şûfê helbestên wan de jî helbest afirandine. Belam tiştê ku tête ber çavan; Birîfkî li ser awayên hozanvanên Sedsala Bîstî pir bizavker bûye û her li ser şopa wan çûye, heta ji dest hatiye helbestên xwe bi kurdiyeke safî ristine û bi bêje û hevokên kurdî xemilandine. Herweha Şêx Memdûh bi xeysetê rêberek ji yên Rêçika Qadirî, li her çar beşên Kurdistanê jî pir geriyaye û di wan geryan û rêwîtiyên xwe de gelek destnivîs û berhemên kurdî berhev kirine û ew ji mirinê rizgar hiştine. Lê li gorî gotinan, gelek ji wan berhem û bermayên ku hatine berhevkirin, heta niha jî derneketine ruhniyê û nişa xwe danexistine nêv adana çanda kurdî. Ev çend helbestên Şêxê Birîfkî li jêrê wek nimûne rûqalî çavan dibin. Xasma ya bi sernavê "Welatê Min" ku zêdetir balkêş e: Welatê Min
Çewa ku ji van herdu helbestên li jêrê diyar dibe, Şêx Birîfkî ne tenê di welatparêziyê de, herweha di evîn û bengîtiyê de jî pir xametûjî kiriye û kela dilê xwe rijandiye: Evîna Memdûh
Laleşîn
Şêxê Birîvkî vê helbesta xwe ya li jêrê jî, li gora nikl û mezeya helbestên Feqiyê Teyran ristiye: Dîlberê
Şêx Birîfkî vê helbesta xwe ya li jêrê jî, li gorî nikla helbesteke Melê Cizîrî ristiye û wek diyarî pêşkêşê kovara HAWAR-ê kiriye: Roj bête der, al sor û zer Ev ro li ser banê te bit Her dem bijî, bi keyf û xweşî Çejna te jî pîroz bibit Li baxçê gulan, li nav sinbilan Seyran bikî şahê dilan Bi keyf û sema, dwîr bî ji xema Çejna te jî pîroz bibit Heyva li ser te Çarde bit Daîm bihar li erdê te bit Li te çi mirad, her we bit Çejna te jî pîroz bibit Hindî ku padişah hebin Hemî li ber pêyê te bin Daîm di ferwara te bin Çejna te jî pîroz bibit Her dem şeva te ron bibit Ji dil şahya te xwoş bibit Çend roj hene her çejne bit Çejna te jî pîroz bibit ....................... Memdûh divêt ev hal e bit Çejna te jî pîroz bibit. Ev helbesta Birîfkî ya li jêrê jî, bo şadiya Beyannameya 11ê adara 1971 hatiye ristin: Spêdeya Yazdey Adarê Ron kirin li çiya û deşt Şahiya li serê Biharê Kurdistan dîsa bû rewşen Kurdistan dîsa bû rewşen Mêrg û çîmen xemilîn Surperî hatine semayê Xwoş kirin sêran û geşt Çejne bûn du li vê Biharê Nevroz û Yazdê Adarê Rabe da em biçine karî Serê sala me gehişt. Berhem
ÇavkanîKovara Nûdem lêkolîna Zeynelabidîn Zinar |