Baba Tahir yan Baba Tahirê Uryan (jdb. 935 Hemedan - m.1010 Hemedan), helbestvan û fîlozofêkurd ê lekî[1][2] yê sedsala 11an e.[3] Roja jidayikbûn û mira wî bi temamî ne kifş e, di çavkaniyan de gelek ji hev cuda dîrok nişan didin.
Nasnavê wî
Nasnavê wî Baba Tahirê Uryan bû yê ku tê wateya Baba Tahirê Ta'zî yê ku cilan li xwe nake yan jî cilên wî xweşik laşê wî nastrîne . Ev nasnav nîşan û pajoya derwêşbûna wî ye.[çavkanî hewce ye]
Hundek dibêjin wateya "Uryan =Xwas" lê ev ne raste.
Ji ber ku di zimanê erebî de wateya "Uryan =taziye" kesê bê cil yan kesên ku cilên wî laşê wî ne bi awayekî geştî disitirîne.
Û xwas wateya wê bi erebî "Hafî, hefyan" yê ku bê pêlav û nig tazî.
Jiyan
Gelek agahdariyên li ser jiyana Baba Tahir negihiştine destê me û em bi ronakî nizanin ku bajarê ku wî di tê de ji dayik bûye kîjane (ango Baba Tahir gelê kîj bajarê Kurdistanê bû). Guman dibe girtûperê (derdorê) 1100 salan berê niha hatbûye cîhan.
Helbest û honraweyên Baba Tahir bêtir çarîn in û wek stiranan dihatin bikaranîn. Îro rojhilatnas van helbestan girêdidin pehlewiyan.
Bedaxewe heta îroj helbestên wî yên bi kurdî wek helbestên bi farisî, lûrî yan têkilek ji farisî, lûrî û kurdî hatine naskirin. Belam bi rastî ev ne rast e çimku heta niha gelek helbestvan û hozanên kurd, azerî, gîlek, mazenî û hwd., bûne ku bi zimanê fars helbestvanî kirine lêbelê heta niha yek helbestvanê Faris jî nebûye ku helbest û honraweyên xwe têkil kurdî bike yan hetan bi kurdî honrawe bibêje.
Heger em ji dîmeneke rasteqîn û resen binêrin em dikarin bi vê rasteqînê ve bigihêjin encamek ku Baba Tahirê Xwas tenê hozaneki kurd bû ku heger dixwast bi farisî honrawe bibêje, honraweyên xwe têkil kurdî dikir!
Hindek ji helbestên Baba Tahirê Uryan
Xûdawenda! kê bûşim ba kê bûşim?
Mije pirr eşkê xûnîn ta kê bûşim?
Hemem kez der biranin sû te ayim
To kem ez der biranî va kê bûşim?!))
Paçve:
Xwedê! bi kê bêjim, bi kê bêjim?
Mijang pirr hêstirên xwînî, ta kingê bêjim?
Demek ku mirov min ji der dixin, ez têm bi warê te
Heger tu jî min ji xwe der bixey, ez bi kî gazî bikim û bêjim?!
((Dilim ez derdê te daîm xemîn e
Be balîn xiştim û bester zemîn e
Hemîn cûrmim kê mû te dost dîrim
Zi her ket dost dire hal în e?!))
Paçve
Dilê min ji derdê te daîm xemgîn e
Ez ji jana evîna te hêjar bûme nivîna min zemîn e
Tenê guneha min ev e ku ez ji te hez dikim
Ji her kî re ku ji te hez bike wesa dikey bi rewş û hale wî?!
((Meger şîr û pelengî ey dil ey dil?
Be mû daîm bicengî ey dil ey dil
Eger destim fitî xûnit verîjim
Bivînim ta çi rengî ey dil ey dil!))
Paçve:
Meger tu şêr û pilingî ey dilo ey dilo?
Bi min re daîm bicengî ey dilo ey dilo
Eger bikevî destê min, xwîna te verijînim
Bibînim ka tu çi rengî ey dilo!
((Hezarit dil be ğaret borde vîşe
Hezaranit ciger xûn kerde vîşe
Hezaran dax vîş, ez vîşim eşmer
Henî neşmerde ez eşmerde vîş e!))
Paçve:
Te zêdetir (mişetir) ji hezaran dil be tarran (xaret) birin
Ji hezaran jî mişetir ciger te xwîn kirin
Hezaran dax zêdetir (mişetir), min zêdetir jî hejmart
Hêjî nejmartî ji ejmartî zêdetir in!
((Sîye bextim ke bextim sernigûn bî
Tûwe rûjim ke rûjim vajgûn bî
Şûdim xar û xesê kûhê mûhebbet
Zê destê dil ke ya reb ğerqi xûn bî!))
Paçve:
Ez reşbextim ku bextê min vajî bûye
Ez hêjarim ku rojgara min vajî bûye
Ez bûme poş û pilaxê çîyaya evînê
Gazî ji destê dil ku hêvî dikim dil di nav xwîn de bxindike! (Xwedê xenîmê dil bike!)
((Nigarîna dil û cumin te dîrî
Heme peyda û penhûnim te dîrî
Nedûnim mû ke î derd ez kê dîrim
Hemî zûnim ke dermûnim te dîrî))
Paçve:
Dilberê! (Nîgarê!), dil û gîyana min bi destên te ne
Hemî kar û barên min jî her wesa
Ez nizanim ku vî derda evînê ji ku ve hatîye nav min
Tenê dizanim ku dermanê vê derdê bi destê te ye
((Dilî nazûk be sane şîşe’em bî
Eger ahî kişim endîşe’em bî
Sirişkim ger bûwe xûnîn eceb nîst
Mû an darim ke der xûn rîşe’em bî!))
Paçve:
Dilê min mîna şûşe ye
Heger ez gazî bikim û ax bikîşim di nav dilê min de endêş û tirs e
Hêstirên min heger bûne xwînawî eceba nîye
Ez ew darim ku di nav xwîn de reh rîşe yên xwe hene!
Mamoste Rehmet Mucteba Mînewî li muzeyaQonyeyê de hindek parçe honrawe û çarîne bi zimanekî kevnar peyda kiriye ku yên Baba Tahir in. Ev helbestan bi giştî bi zaravayekî kurdî yê kevnar in ku îroj êdî nemaye.[çavkanî hewce ye] Lê vî zarava bi rastî pirdek e li nav ziman û zaravayên kurdî û em dikarin bêjin ku hewramî, soranî û kirmanckî girê didine yek. Parçeyek ji wan helbestan: